Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Amerîkî û Yekî Brîtanî li Hewlêrê Jiyana Xwe ji Dest Da

Artêşa Amerîkayê mirina leşkerekî di dema rahênanê de li baregeha esmanî ya Hewlêrê piştrast kir û got ku bûyer di bin vekolînê de ye. Di heman bûyerê de leşkerekî Brîtanî jî mir.

Artêşa Amerîkayê roja Duşemê got: "Di 31'ê Gulanê de, leşkerekî Amerîkî di bûyereke rahênana leşkerî de li Baregeha Esmanî ya Hewlêrê li Îraqê hat kuştin."

Di daxuyanîyê de artêşê got: "Rahênan bi hevkarên me yên di Artêşa Brîtanî de dihat kirin, ku wan jî leşkerekî xwe winda kir. Bûyer di bin vekolînê de ye."

Artêşa Amerîkî nasnameya leşker heta 24 demjimêran piştî ku malbata wî agahdar dibe nepenî hiştîye.

Wezareta Berevanîya Brîtanyayê roja Duşemê mirina leşkerekî xwe di bûyerê de piştrast kir.

Wezaretê got ku xizmên leşker ji bûyerê hatine agahdarkirin û daxwaz kirine ku demekê navê wan neyê eşkerekirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxîya hikûmetên Amerîka û Brîtanyayê kir.

Barzanî li ser platforma X'ê got, "Di vê dema dijwar de, hizir û dilê min bi malbat û hezkirîyên wan re ye û ez xemgînîya wan parve dikim."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha spasîya xwe ji bo beşdarbûn û pabendbûna berdewam a Amerîka û Brîtanyayê di piştgirîya ewlekarî û aramîya Herêma Kurdistan û Îraqê de anî ziman.

This item is part of
XS
SM
MD
LG