Serok Donald Trump roja Yekşemê got ku Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer wê dest ji kar berde.
Trump li ser platforma Truth Social de, payemek weşand û got, "Keir Starmer dest ji serokwezîriyê berdide. Ew di du mijarên pir girîng de - koçberî û enerjî (petrola Deryaya Bakur vekin!) - bi awayekî xirab têk çûye."
Li dawiyê Trump daxwaza serkeftinê ji Starmer re kir.
Ev daxuyanîya Trump piştî rapora rojnameya The Observer hat ku tê çaverêkirin ku Starmer ji bo dest ji kar vekişîna xwe bernameyekê pêşkêş bike. Lêbelê, çavkaniyek hikûmetê ev yek red kir û got ku Starmer hîn jî li ser "pêşveçûna bi rêveberiyê re" dimîne.
Hêjayî gotinê ye di mehên dawî de zext li ser Starmer ji ber rexneyên li ser rêvebirina wî ya siyaseta koçberî û enerjiyê zêde bûye.