Karbidestên Amerîka û Ukraynayê îro Pêncşemê li Cinêvê danûstandinan dikin, di demekê de ku Washington hewl dide şerê Rûsya li Ukraynayê bidawî bîne.
Ev civîn lidar dikevin li vê dema ku ew şer di sala pêncemîn de berdewam dike.
Sekreterê Civatên Niştimanî û Parastinê yên Ukraynayê û danûstandkarê sereke yê Ukraynayê Rustem Umerov li ser platforma X got ku civîna dualî ligel Nûnerê Taybet yê Amerîka Steve Witkoff û zavayê Serok Donald Trump, Jared Kushner, li ser hem pêvajoya danûstandinan û hem jî li ser ji nû ve avakirin û herwiha li ser gera nû ya danûstandinên sêalî, ku Rûsya dê tê de beşdar dibe, destpê kiriye.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, ti daxuyanîyeke fermî ji alîyê Amerîka ve derbarê civînê nehatiye ragihandin.
Wezîrê Derve yê Ameîka Marco Rubio roja Çarşemê li Frigate Bay, Saint Kitts û Nevis, bi rojnamevanan re axivî û tekezî li ser nêzîkahîya Amerîka ji bo bidawîanîna şer kir.
Rubio got, "Ew şerê li Ukraynayê bi hêza leşkerî çareser nabe. Ew şer dê bi rêya danûstandinan were çareserkirin, û niha em welatê cîhanê yê tenê ye ku dikarin bibin hander ji bo danûstandinan."
Wezîrê Derve herwiha got, eger Washington dest ji vê rolê berde, tî alîyekî din, ne Neteweyên Yekbûyî, ne Fransa, ne jî Yekîtîya Ewrupa, dikare wê yekê bi cih bike, herwiha bisernakeve ji ber ku "Rûsya bi wan re napeyive."
Serokê Amerîka Donald Trump di gotara xwe ya salan de li roja Sêşemê bi şev got “Em gelekî kar dikin da ku kuştin û qirkirina di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bînin, ku her meh 25,000 leşker lê dimirin.”