Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşa Ser Nexweşxaneyeke Ukraynî Şermezar Dike


Dîmenek nexweşxaneya li bajarê Mariupol.
Dîmenek nexweşxaneya li bajarê Mariupol.

Amerîka roja Çarşemê êrîşeke esmanî ya Rûsya li ser nexweşxaneyeke dayikbûnê li bajarê Mariupol yê Ukraynayê şermezar kir.

Berdevka Qesra Sipî, Jen Psaki, ji rojnamevanan re got ku “wekî dayîkek, tiştekî bitirs e dema ku em vî rengî bikaranîna hovane ya hêza leşkerî dijî sivîlên bêsûc li welatekî serwer dibînin.”

Berdevkê Pentagon, John Kirby, jî raportên derbarê vê êrîşê şermezar kir.

“Eger ev yek rast be, û em wê yekê guman nakin ku ew nerast e, em tenê nikarin wê bi awayekî serbixwe piştrast bikin, lê ev nîşaneke din jibo qurbanîyên mezin ku gelê Ukraynayê dide û ne pêwîst bû ku ew van qurbanîyan bidin.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy do Çarşemê li ser Twitter hinek wêne belav kir, tê de dîyar dibû ku navendeke anîna zarokan hatiye wêran kirin.

Hejmara sivîlên ku di wê êrîşa ser nexweşxaneyê de hatine kuştin ne dîyar e û Rûsya jî derbarê van raportan ti şîrove nedaye. Moskow red dike ku ew sivîlan di şerê xwe yê Ukraynayê de dike armanc.

Şîretvanê serokê Ukraynayê, Oleksiy Arestovich hişyarî da ku piştî êrîşa ser nexweşxaneya Mariupol, “niha ewê bibe şerekî bi tevahî cuda.”

Êrîşa ser nexweşxaneyê hişt ku Zelenskyy careke din bang li welatên NATO bike ku herêmeke bê firîn li Ukraynayê ferz bike.

Amerîka vê daxwazê red dike û balê dide ser wê yekê ku ferzkirina herêma bê firîn dê pêdivî bi şandina hêzan hebe û ev jî dê Amerîka bi aweyekî dîrekt ligel Rûsya rûbirû bike.

XS
SM
MD
LG