Amerîka îro Sêşemê jibo Ukrayna paketeke nû ya alîkarîyê ya 1,2 mîlyar dolarî ragihand.
Paketa nû berevanîya esmên ya Ukrayna xurt dike û kelûpelên topan dide wî welatî.
Wezareta Berevanî ya Amerîka ser paketê dîyar kir ku ewê bi sîstemên berevanîya ji berê çêtir bibe û ewê cebilxaneyê jî xurt bike.
Li gor daxuyanîya wezaretê, di demdirêjîyê de ew paket dê êrîşvanîya Rûsya bişikîne
Wê wezaretê dîyar kir ku paketa alîkarîyê nîşan dide ku ew bi Ukrayna re hevkarîyê didomînin.
Serokomarê Ukrayna Volodymr Zelenskyy ser paketê spasîya Amerîka kir.
Zelenskyy dîyar kir ku paket nîşana hevkarîya bi Amerîka re ye.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne, lê Moskow wan bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ku ew nikarin pêşîya hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP