Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Amerîka Berdewam e di Piştgiriya Okranya de


Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence got wê Amerîka bi berdewamî piştgiriya Okranya bike di şerê li dijî Rûsya de û ji bo mafê wê yê serweriyê.

Piştî kombûna îro Yekşemê li gel serokê Okranya Volodymyr Zelenskiy li Warso yê, Pence got ku Waşinton “li gel xelkê Okranya radiweste û bi taybetî ji sala 2014an ve, em bi hêz rawestiyan ji bo serweriya axa Okranya.”

Amerîka, hevalbenda girîng a Kyivê, ceza dan ser Rûsya ji ber derbasbûna eva dawî bo nîvgirava Qurim di sala 2014an de û piştgiriya cudaxwazên alîgirên Rûsya li Okranya.

Pence û Zelenskiy li Warso bûn ji bo bîranîna salvegera 80êyî ya destpêkirina Şerê Cîhanî yê Duyem.

Rwêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton di serdanekê de bo Kyivê got renge serok Donald Trump dawiya heftê bi Zelenskiy re kom bibe.

XS
SM
MD
LG