Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji NY Dixwaze Êrîşa Îranê ya Dijî Serwerîya Îraqê Şermezar Bike


Nûnertîya Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî îro ji ser Twitterê mesajek weşand û got ku divê Neteweyên Yekbûyî êrîşa Îranê ya ser Herêma Kurdistana Îraqê şermezar bike.

“Îro Amerîka bang li Civata Ewlekarîyê kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya ser Herêma Kurdistana Îraqê gotûbêj bike. Ev êrîşa çavkorkî û neprovekirî li xanîyekî sivîlekî li Hewlêrê xist û binpêkirineke berbiçav ya serwerî û yekbûna axa Îraqê ye. Divê endamên Civata Ewlekarîyê li ser vê êrîşê bicivin û ji Îranê hesabê wê bixwazin û piştgirîya demokrasi û serwerîya Îraqê bikin.”

XS
SM
MD
LG