Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Waltz: Hemas Divê Dest ji Çekan Berde

Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Mike Waltz, di civîna guhdarîkirinê ya îro Çarşemê di Kongresa Amerîkî de got ku Hemas bi hêza çekan desthilatdar e û divê dest ji çekên xwe berde.

Waltz got ku “Hemas b lûlîya çekên AK-47ê desthilatdar e. Ew ê çekên xwe an bi awayê hêsan, an jî bi awayê zorê berde.”

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, di rûniştineke girîng a Komîteya Têkiliyên Derve ya Encumena Nûneran de li ser berpirsyarî û reforma Neteweyên Yekbûyî axivî.

Wî Neteweyên Yekbûyî rexnekir û got di 25 salên dawî de budçeya wê sê qat zêde bûye, lê cîhanê li gor wê budceyê şhaidya aştîyeke zêde nekirîye.

Ji alîyê xwe ve Serokê Komîteya Karên Derve li Kongesa Amêrîkî de, Brian Mast, got ku Serok Donald Trump eşkere kiriye ku Amerîka dê rewşa heyî qebûl neke.

Mast got, “Em nikarin ji bacdarên Amerîkayê bixwazin ku berdewam mîsyonên têkçûyî yên Neteweyên Yekbûyî fînanse bikin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG