Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump ji bo Kombûna Giştî ya NY Digihêje New Yorkê

Trump New York
Trump New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîşte New Yorkê, ji bo beşdarbûna di kombûna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de.

Serok Trump dê sibe Sêşemê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axaftinekê pêşkêş bike.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de anî ziman ku "di rûniştina îsal de, Amerîka dê armanceke zelal bişopîn, ew jî dabînkirina geşepêdanê bi rêya aştîyê, û vegerandina Neteweyên Yekbûyî bo bingeha ku ji bo wê hatibû damezrandin."

Kombûna 81’emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi beşdarbûna hejmareke mezin a rêberên cîhanê tê lidarxistin, di demekê de ku nebawerî û nezelalîyeke kûr a cîhanî li ser gelek astan heye.

FILE PHOTO: U.N. building in New York
FILE PHOTO: U.N. building in New York

Dibe ku ev jî şîrove dike çima durişma îsal "Vegerandina Bawerîyê, Rêvebirina Veguhestinê: Neteweyên Yekbûyî yên ku ji bo Hemûyan Serkeftinê Qezenc Dike", balê dikişîne ser nûavakirina bawerîyê di sazîyên navneteweyî de, di heman demê de çareserkirina pirsgirêkên mezin ên ku cîhan pê re rû bi rû maye.

Çaverê ye ku şer û pevçûnên herêmî, krîzên mirovî, guhertina keşûhewayê, pêşketina domdar û geşbûna bilez a Hişberîya Çêkirî (AI) di nîqaş û gotûbêjên giştî yên axaftinên îsal de bi awayekî balkêş û berbiçav cih bigirin.

Ev kombûn ji bo berpirsên NY, derfetek e ku hevkarîya navneteweyî bi rîya kenalên dîplomatîk bihêz bikin û nîşan bidin ku tenê dîyalog dikare di dabeşbûnên navbera hêzên mezin cîhanê de, encaman bide.

This item is part of
XS
SM
MD
LG