Li dema ku Amerîka gefeyên pêkanîna kiryareke leşkerî dijî Îranê ji ber serkutkirina xwepêşandanên Îranê berdewam dikin, Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte lidar xist, tê de pirsa pêşhatên dawî li Îranê mijara serekî bû.
Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz hişyarî da ku Serokê Amerîka Donald Trump amade ye bo êrîşeke leşkerî dijî rejîma Îranê eger Tehran berdewam be li ser bikaranîna hêza kujer, û tekez kir ku “hemû bijare li ser maseyê ne.”
Mike Waltz ji endamên civatê re got, “eşkere ye serok Trump mêrê kiryaran e, ne bitenê yê gotinan e.”
Rojnamevan û rêbera siyasî ya Îranî Mesîh Alinejad yek ji du nûnerên civaka sivîl bû ku ji bo agahdarkirina civatê hatibûn vexwendin. Wê got “Ya pêdivî niha ew kesên biryara komkujîyan dane, divê bêne dadgehkirin.”
Kesê din yê beşdar, çalakvanê Îranî-Amerîkayî Ehmed Batebî, got ku li dema ew xwendekar bû û ji ber xewpêşandanan hatibû girtin û êşkencedan û bi sêdaredanê hatibû cezakirin.