Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pêşwazîyê li Azadkirina Girtîyên Siyasî yên Venezuela Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî li "Azadkirina lezgiîn" a girtîyên siyasî yên Venezuela kir.

Trump roja Duşemê li ser malpera xwe ya Turth Social spasîya rêberên demkî yên Venzezuelayê kir û ev gav wekî “însyatîveke mirovahî ya bihêz” binav kir.

Ev azadkirin di hefteyên piştî girtina Serokê Venezueal Nicolas Maduro ji alîyê hêzên Amerîkayî ve çêbûn.

Rêxistina mafên mirovan a Venzeuelayî, Foro Penal, got ku hikûmeta demkî 266 girtîyên siyasî di 8 vê mehê de azad kirin û daxwaza azadkirina girtîyên bêtir kir.

Cêgira Serokê Venezuala Delcy Rodriguez, ya ku piştî girtina Maduro welêt birêve dibe, got ku hikûmetê 626 girtî azad kirine.

Wê herwiha got ku ew di peywendîyan de ye ligel rêberê ajansa Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên mirovahî Voler Turk, ji bo pişrastkirina lîsta kesên hatine azadkirin.

Amerîka, Maduro piştî girtina wî anî New Yorkê ji bo ku rûbirûyê tawanên narkoterorîzm û yên din bibe. Maduro vê mehê li pêş dadgehê got ku ew ne tawankar e.

XS
SM
MD
LG