Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê Chris Wright dibêje ku Amerîka balê dide pîşesazîya neftê li Venezuelayê wekî rêkekê ji bo piştgirîya reforman li welêt û bo dana sûdê bo gelê Venezuelayê.
Wright do Pêncşemê serdana Venezuelayê kir, tê de ligel seroka demkî ya welêt Delcy Rodriguez li çend navendên berhemdana neftê gerîya.
Wezîrê Amerîkayî li ser platforma X ragihand ku ew li hinek rêkan digere ji bo geşekirina berhemdana neftê li Venezuelayê, nûjenkirina binesazîyê û derxistina egera aborî ya mezin li welêt.
Venezeuala xwedî yedekên neftê yên herî mezin li cîhanê ye.
Wright ji çend dezgehên ragihandinê yê Rojavayî re got ku kompanîya neftê Chevron ji niha ve operasyonên xwe li Venezuelayê berfireh dike.
Wî got ku Amerîka kontrola dahata firotina nefta Venezuelayê dike da ku piştrast bike qezencên wê ji bo sûda gelê Venezuelayê tê bikaranîn.
Rodriguez jî got ku di qonaxa pêş de dê berhemdan, navend û binesazî werin pêşxistin.