Lînkên eksesibilîtî

Trump Hewil Dide Sûdê ji Bazirganiya li Gel Vietnamê Wergire


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ew hewil dide sûdê ji bazirganiya li gel Vietnamê wergire.

Piştî kombûna li gel serokê Vietnamê Tran Dai Quang îro Yekşemê,Trump di konferanseka rojnamevaniya hevbeş de got:

“Da ku bazirganî kar bike, pêwîste hemî welat pêgirbin bi yaseyê. Vietnam di van demên dawî de bi awakî berbiçav pêşketiye di warê bazirganiya li gel Amerîka de. Serokê rêzdar, ez piştgiriya hewilên te dikim ji bo pêkanîna çaksaziyên abûrî û bilindkirina asta weberhênan û bazirganiya Vietnamê di hemî aliyan de. Amerîka geşbîne li dor wan çaksaziyên ku dê abûriyeka geş encam bidin ji bo hemî welatiyên Vietnamê.”

Trump di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Me kombûneka girîng lidarxist li dor xizmet û kelûpelên Amerîkî yên ku derbasî Vietnamê dibin û jê derdiçin. Ez piştrastim ku wizeya Amerîka, çandiniya wê, xizmetên darayî, yên esmanî, bazirganiya dîjîtal, û berhemên berevaniyê, dikarin daxwazên we pêkbînin.”

Serokê Vietnamê ji aliyê xwe ve kombûna xwe ya li gel Trump wek kombpûneka berhemdar nirxand û got:

“Serdana serok Trump bo Vietnamê nîşaneka berbiçav e di pêwendiyên Amerîka û Vietnamê de ku pêşketinên bingehîn û hevalbendiyeka berferh saz dike.”

Herdû serkirdeyan her wiha behsa Korya Bakur û Derya Çîn a Başûr kir.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG