Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyarîyê Dide Welatîyên Xwe ku ji Îranê Derkevin

Fulbright-funding-freeze
Fulbright-funding-freeze

Balyozxaneya online a Amerîka li Îranê bang li welatîyên Amerîkî kir ku demûdest ji Îranê derkevin, di demekê de ku girjî li Rojhilata Navîn zêde dibin.

Balyozxaneyê di hişdarîyeke ewlekarî de Yekşemê ji welatîyên Amerîkî re got: "Ji ber çi sedeman serdana Îranê nekin. Welatîyên Amerîkî yên li Îranê jî divê demûdest derkevin.”

Balyozxaneya Amerîkayê herwiha got ku rewşa ewlekarî li herêmê "aloz" e û eger heye ku "girjî hîn zêdetir bibin."

Hişdarîya ewlekarî ya Amerîkayê herwiha got ku Hûsîyên ku Îran piştgirîya wan dike, kiryarên dijminkarî li Erebistana Siûdî kirine, di nav de jî êrîşên ser firokxaneyên sivîl.

This item is part of
XS
SM
MD
LG