Nûnerê serokê Amerîkayê Steve Witkoff ji qanûndanêrên Amerîkî re got ku Îran dê ajansa çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî vexwîne ku navendên wê yên navokî vekolin û dest bi xebata destnîşankirin û eşkerekirina cihên madeyên dewlemendkirî yên Tehranê bike, ku tê bawerkirin di bin kavilan de mane.
Ajansa Associated Press ev nûçe ji ser zarê du kesên ku agahdarî mijarê ne û nexwestin navên wan werin aşkerekirin, ragihand
Witkoff ji serokatîya kongrêsê û endamên komîteyên têkildarî ewlehîya niştimanî re got ku peymana ku Amerîkayê bi Îranê re çêkiriye ti peymanên din nagire nav xwe, lê nameyek din di navbera Tehran û Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA)de hate nivîsandin ku vexwendinê dirêj dike.
Li gorî hin kesan, Witkoff hebûna name û vexwendinê di civînê de eşkere kiriye.
Witkoff got ku nameya ji bo Rêvebirê Giştî yê IAEA Rafael Mariano Grossi, dê bihêle ku ew vekolerên navokî yên Amerîkî bîne Tehranê.
Peyman diyar dike ku divê enbara uranyuma dewlemendkirî ya Îranê herî kêm di bin çavdêrîya navneteweyî de were sivilkirin. Herwiha dibêje ku Îran dê çekên navokî peyda neke û pêş nexe -sozeke ku berê jî daye.