Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Witkoff: Trump Dixwaze Bizane Çima Îranê Ta Niha Xwe Radest Nekirîye

Nûnerê aştîyê yê serok Trump, Steve Witkoff
Nûnerê aştîyê yê serok Trump, Steve Witkoff

Nûnerê aştîyê yê serok Trump, Steve Witkoff, roja Şemîyê di hevpeyvînekê de ligel Fox Newsê li ser Îran, Xezeyê, şerê li Ukraynayê û Rûsyayê nîqaş kir û nêzîkatîya rêveberîyê ya li hember van mijaran bi berfirehî şîrove kir.

Witkoff behsa hevdîtinên dawî yên li Swîsreyê kir û got ku rêveberîya Trump di heman demê de du tewerên sereke yên siyaseta derve dişopîne: ji alîyekî ve hewl dide ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de biqedîne û ji alîyê din ve jî hevdîtinên navokî bi Îranê re dike.

Îran

Li ser Îranê, Witkoff tekez kir ku serok Trump berî destpêkirina hevdîtinan rêbername û xetên sor ên zelal destnîşan kiribû û got ku eger Tehran îdîa bike ku bernameya wê ya navokî tenê ji bo armancên sivîl e, divê ew materyalên navokî yên hestdar vegerîne û pîtandina di astên bilind de rawestîne.

Witkoff got, "serok (Trump) berî ku em biçin wir ji min û Jerd re hêlên sor destnîşan kirin ku tê de pîtandina uranyûmê bigihînin sifirê û radestkirina materyalên navokî yên pîtandî ji hêla Îranê ve."

"Ew dibêjin her tiştê di derbarê bernameya wan de sivîl e, lê di rastîyê de asta pîtandina wan ji ya ku ji bo enerjîya navokî ya sivîl re pêwîst e, pir zêdetir e. Ew gihîştine 60% û di vê astê de dibe ku ew tenê pêwîstî hefteyekê bin da ku materyalê pîşesazîyê yê guncaw ji bo çêkirina bombeyan bidest bixin."

Nûnerê taybet her wiha got ku serokê Amerîka dilgiran bû û dixwest bizanibe çima Îran tevî zextên berfireh hîn xwe radest nekirîye.

"Serok îro sibê ji min pirsî û ez naxwazim bêjim ku ew bêzar e ji ber ku gelek bijarên wî hene, lê ew dixwaze bizanibe çima Îran hîn xwe radest nekirîye. Gihandina Îranê bo vê astê dijwar e."

Bihîstina dengên din ên Îranê

Di beşekî din ê hevpeyvînê de, Witkoff got ku ew bi fermana serok Trump bi Reza Pehlewî re civiyaye û got ku ew mirovekî bihêz e ku xema Îranê dixwe.

Witkoff got, “Lê axaftin li ser siyasetên serok Trump û rêveberiya wî ye, ne li ser birêz Pehlewî. Ez dibêjim serok hez dike ku nerîna her kesî bibihîse. Ez rêzê li nêzîkatîya serok digirim ji ber ku ew ji bo ramanên nû û awayên cûda yên ramanê vekirî ye, û tekez kir ku ev pêvajo beşek ji siyaseta wî ye.”

Xeza û Plana Nûavakirinê

Witkoff her wiha li ser civîna Plana Aştî û Nûavakirinê ya Xeza axivî û got ku ji bo nûavakirina herêmê bi milyaran dolar hatine veqetandin. Li gorî Witkoff, ev çavkanî dê ji bo avakirina xanîyan, pêşxistina veguhestina giştî, paqijkirina deverên wêran û amadekirina qonaxeke nû ya nûavakirinê werin xerckirin.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê

Di beşekî din ê hevpeyvînê de, Witkoff li ser şerê li Ukraynayê axivî û ew wekî "şerekî bê sûde" bi nav kir. Wî got ku Amerîka hewl daye herdu alîyan nêzîkî maseya danûstandinan bike û pêşnîyarên ku dikarin di hefteyên pêş de baştir bibin pêşkêş kirine.

Wî got, "Ji bo ku em bigihîjin rêkeftinekê, divê em xetên sor û niyazên alîyê din têbigihin."

Bi tevahî, Witkoff tekez kir ku siyaseta derve ya rêveberîya Trump li ser bingeha tevlîhevîyek zext û dîplomasîyê ye; nêzîkatiyek ku, li gorî wî, armanc dike ku alîyên din neçar bike ku bigihîjin rêkeftineke "çêtir û domdartir". Wî hêvî kir ku di hefteyên pêş de li ser Îran û şerê li Ukraynayê pêşketinên erênî çêbibin.

XS
SM
MD
LG