Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîka Pêşbînî Dike Vê Hefteyê Bi Ukraynayê Re Peymana Kanzayan Îmze Bike


Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump Steve Witkoff
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump Steve Witkoff

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump Steve Witkoff roja Yekşemê got ku ew pêşbîniya wê yekê dike ku vê hefteyê lihevkirinek li ser gihîştina Amerîka ya kanzayên girîng ên Ukraynayê pêk were.

Witkoff di hevpeyvînekê de bi CNN re got, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy "berî hefteyekê ji pabendbûna xwe ya bi vê yekê paşde kişiya," amaje bi redkirina Zelenskyy ji pêşniyara orjînal ya Amerîkî kir.

"Serok (Trump) peyamek jê re şand. Ew ê êdî paşve neçe," wî got.

“Zelenskyy fêm kir ku me gelek tişt (ji bo Ukraynayê) kirine û divê peyman were îmzekirin û ez bawerim ku hûn ê vê hefteyê bibînin," Witkov got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG