Cama Cîhanê ya FIFA 2026 dê di 11’ê Hezîranê de bi fermî dest pê bike. Ji bo cara yekem di dîroka FIFA de, qehremanî dê ji hêla sê welatan, Amerîka, Keneda û Meksîkayê ve were lidarxistin. Ev cara yekem e ku Keneda mêvandarîya qehremanîyê dike.
Ji bo cara yekem, 48 tîmên niştimanî dê beşdarî qehremanîyê bibin, ku berê 32 tîm bûn. Ev 48 tîm li 12 grûpên cuda hatine dabeşkirin.
Bi tevahî 104 lîstik dê li 16 bajarên seranserê Amerîkaya Bakur werin lîstin.
Lîstika yekem a qehremanîyê dê di navbera Meksîka û Afrîkaya Başûr de li bajarê Meksîko were lîstin, û ya dawî jî wê di 19ê Tîrmehê de li Stadyuma New York-New Jeresy hatiye plankirin.
Hezkiriyên fûtbolê li çaralîyê cîhanê dê ji mehekê zêdetir li Cama Cîhanê temaşe bikin, di demekê de ku tîm ji bo cama herî bi prestîj a fûtbola navneteweyî pêşbazîyê dikin.
Tê pêşbînîkirin ku qehremanî bala bi mîlyonan mêvan û mîlyaran temaşevan li çaralîyê cîhanê bikişîne.