Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku 35 hikûmetan li seranserî cîhanê gefên Pasdar û Wezareta Îstîxbarat û Ewlehîya Îranê nîqaş kirin û dupat kir ku divê rûbirûbûna wan were kirin
Wezareta Derve û Wezareta Enerjîyê yên Amerîkayê di rojên 14 û 15ê Mijdarê de li Budapista Meceristanê serpereştîya pêncemîn Hilcivîna Dijî Terora Navneteweyî kir.
Wezareta Derve îro di daxuyanîyekê de got ku di Hilcivînê de 35 welat, ku nûnerên Rojhilata Navîn, Ewropa, Afrîka, Asya û Amerîkayê bûn, tê de beşdar bûn.
Wezaretê got ku armanca Hilcivînê ew e ku li dijî çalakîyên "berdewam ên wêranker û neseqamgîrkar" ên Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, Wezareta Îstîxbarat û Ewlehîyê ya Îranê û ajan û hevkarên wan ên li çaralîyê cîhanê, raweste.
Beşdaran behsa taktîkên nû yên rejîma Îranê û ajanên wê di êrîşên wan ên dawî de li seranserî cîhanê kir.
"Beşdaran li ser pêwîstiya hişyarbûna li hember van gefan li hev kir û stratejiyên pratîkî li ser ka ew çawa hemî rêbaz û taktîkên berdest bikar bînin da ku bi bandor planên terorîstî û neqanûnî yên Îranê hilweşînin û pêşî lê bigirin, di nav de jî bendên li ser rêwîtîya terorîstan, kontrolkirina vîzeyan, darizandin, ceza û xistina nav lîsteya reş, parve kirin,” Wezaretê got
Di hefteyên dawî de, Wezareta Derve çend biryar dan ku destûrnameyên rûniştinê û vîzeyên ji bo rayedarên Îranî û xizmên wan betal bike.
Hilcivîna Navneteweyî ya Dijî Terorê sala 2019an hate damezrandin; Ew ji bo baştirkirina hişmendî û hevrêzîya navneteweyî di derbarê çalakîyên terorîstî û sûcdarên rejîma Îranê de dixebite.