Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Gera 16'an ya Kupaya Cîhanê ya Futbola Jinan Derbaz Nekir


Tîma Amerîka di qonaxa 16'an ya Kupaya Cîhanê ya futbola jinan de li hember Swêdê têk çû. Bi wê yekê jî hêvîyên Amerîka bo cara sêyem li dû hev Kupaya Cîhanê ya Jinan bidest bixîne êdî nema.

Swêdê di penaltîyan de Amerîka bi encama 5-4 têk bir û ew ji pêşbirkê derxist.

Maça ku li bajarê Melbourne yê Austalyayê pêk hat di dema orîjînal de 0-0 bidawî bûbû. Piştî vê serkeftinê, Swêd êdî ligel Japonê di qonaxa 6'an de dilîze.

Heta niha Amerîka di futbola jinan de 4 caran bûye qehremana cîhanê. Salên 1991, 1999, 2015 û 2019’an Amerîka kupaya cîhanê rakiribû.

Di lîstikeke din ya gera 16'an de Holenda zora Afrîqa Başûr bi encama 2-0 bir.

Maçên Kupaya Cîhanê ya jinan li Australya û New Zealandê têne lîstin.

XS
SM
MD
LG