Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Pênasîna Terorê Ji Ser Hosîyên Yemenê Rake


Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka bi niyaz e ku pênasîna terorê ji ser grûpa Hosî ya Yemenê rake, wek bersivdaneka kirîza Yekemê û vegerek ji siyaseta rêveberîya serokê berê Donald Trump.

Ev gava ku roja Înê ji alîyê berpirsekî wezareta derve de hatibû piştrastkirin, tê rojekê piştî serok Joe Biden rawestana piştgirîya helmeta leşkerî ya bi serkirdayetîya Erebistana Saudî li Yemenê, ragihand.

Berpirsê wezaretê got:

“Kiryara me bi temamî girêdayî encamên mirovahî yên pênasîna (pênasîna Hosîyan wek rêxistinek terorîst) kêlîlka dawîyê ye ji alîyê rêveberîya berê de, ku Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mirovahî diyar dikin ku dê kirîza mirovahî hîn xerabtir bike.”

Neteweyên Yekgirtî kirîza Yemenê wek kirîza herî mezin a mirovahî li cîhanê wesif dike, ku 80% ji xelkê wê pêwîstî bi alîkarîyan heye.

XS
SM
MD
LG