Cîgirê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price bi peyameke nivîskî êrîşa ser havîngeha Perexê ya bi ser bi nahîyeya Derkar ya Zaxo şermezar kir.
“Welatên Yekbûyî yên Amerîka êrîşa îro ya li herêma Duhokê ya Îraqê, ku tê de sîvîl hatine kuştin û birîndar kirin, şermezar dike. Kuştina sîvîlan nayê qebûl kirin û divê hemî dewlet, parastina jîyana sîvîlan jî di nav de, lî gor qanûnên navnetewî berpirsîyên xwe bi cîh bînin. Em sersaxî ji malbatên qurbanîyan re dixwazin û demûdest qencbûnê ji birîndaran re hêvî dikin.”
Daxuyanîya wezareta derve bi bîr xist ku Washington, Herêma Kurdistanê jî di nav de, bi pêgirî piştgirîya xwe ya jibo serwerîya Îraqê û ewlehî, aramî û xweşhalîya wî welatî dibare dike.