Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bersiva Êrîşa K1 bi Armanc Kirin Hizbullah Dide


Wizareta berevanîya Amerîka Pentagon ragehand, hijmareka endamên Hizbullah hatine koştin di êrîşeka leşkerê Amerîka biser bingehên wam li Îraq û Sûrîye.

Pentagon dibêje, êrîş bersive bo liser koştina karmendekî Amerîkî li bingehê leşkerîyê K1 yê bajarê Kerkukê.

Beyanama Pentagon dibîjr merema êrîşê lawaz kirin şyanên êrîşên kirina Hizbullah e.

Jonathan Hoffman aliykarê wezirê berevanîyê di Twittekê de got, Amerîka êrîşên asmanê dijî Pênc bingehên Hizbullah li Îraq û Sûrîye pêkani weko bersif bo êrîşa vê dawiyê dijî hêzên hevpeymanan li Îraqê.

Karbidestekî Amerîka li roja Înê gotibû, Amerîka pêdaçûnê liser ihtîmala hebûna destê Hizbullah di di êrîşa moşekan de dijî bingehê K1 hebe.

XS
SM
MD
LG