Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio ji Welatên Kendavê: Bac li Ser Tengava Hormuzê Nayê Standin

Bahrain US Rubio Gulf
Bahrain US Rubio Gulf

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Pêncşemê 25ê Hezîranê, ragihand ku Amerîka dê bixebite da ku piştrast bike ku her peymanek bi Îranê re berjewendiyên hevalbendên wê yên li herêmê li ber çavan bigire.

Rubio got ku Washington her gav li aştiyek mayînde û rastîn digere ku "ewlehî û serfiraziya Amerîka û hevalbendên wê têk nede".

Rubio di civîna Encumena Hevkariya Kendavê ya li Behrêynê de, helwesta rêveberiya Trump piştrast kir ku Amerîka dê bi Îranê re nekeve nav peymanekê ku destûrê bide wê ku bacên derbasbûnê li Tengava Hormuzê ferz bike, û got, "Rastî ev e ku mafê ti welatekî cîhanê tune ku ji bo karanîna rêyên avê yên navneteweyî pere bistîne, û ev yek dê di tu peymanekê de qet nebe şertek qebûlkirî."

Wezîrê Rubio gera xwe ya Kendavê li Behrêynê bi dawî dike, piştî beşdarî di civîna Civata Hevkariya Kendavê de kir ku, Erebistana Siûdî, Qeter, Oman, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Kuweyt jî hebûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG