Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Armanca Êrîşên li Afganistanê Rêgiritina Xeterîyên Ser Welatên Cîran E


Leşkerîya Amerîka dibêje ku armanca êrîşên wê yên dij-terorîzmê li Afganistanê bo piştgirîdana hêzên wî welatî ye ku nehêlin Afganistan bibe veşartgeha terorîstên ku dixwazin li hember welatên cîran êrîşan pêk bînin.

“Êrîşên esmanî kampên hîndarî yên Talîbanê li herêma Bedakşan ya bakurê rojhilata Afganistanê dikin armanc û wan kampan dirûxînin,”leşkerî ya Amerîkî îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand.

Daxuyanî bi berdewamî dide zanîn ku li kampên herêmên dûrdest, kiryarên terorîstî yên Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat jî dihatin kirin ku li dijî Çînê şer dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG