Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 3 Endamên Leşkerîya Amerîka li Afganistanê Hatine Kuştin


Leşkerîya Amerîka ragihand ku di êrîşeke çekdarî de 3 endamên wê li bakurê Kabulê ya paytexta Afganistanê hatine kuştin.

Berdevikê hêzên Amerîkî li Afganistanê Kolonel David Butler ji VOA re got ku otomobîleke bombebarkirî konvoyeke wan ya nêzî Bingeha Esmanî ya Bagram hate peqandin.

Butler da zanîn ku di êrîşê de 3 endamên din yên wan û kontratcîyek birîndar bûn.

Bingeha Bingeha Esmanî ya Bagram bingeha herî mezin ya Amerîkî ya li Afganistanê ye û dora 50 kîlometere li bakurê Kabulê cîh digire.

Zabîhullah Mucahîd, berdevikê rêxistina tundrê Talîbanê got ku endamên wan ew êrîş pêk anî û “10 Amerkîyên dagirker hatine kuştin û birîndar kirin.”

Mucahîd îdia kir ku di êrîşê de herwiha fermandarekî payabilind yê Afganî jî hate kuştin, lê tê zanîn ku Talîbanê pir caran îdîayên bê bingeh tîne pêş.

XS
SM
MD
LG