Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê hişyarî dide hemwelatîyên Amerîkî ku di dema serdana Çînê de baldar bin.
Wezareta Derve, bi sedema pêkanîna qanûnên xwecîhî yên bi awayê dilxestî ew hişyarî belav kir.
Şîretvanîya rêwîtî ya Wezareta Derve, piştî desteserkirina 2 hemwelatîyên Kanadî tê, ku meha borî bi hecêta zarardayîna ewlehîya Çînê hatibûn tawanbar kirin.
Ew du kes hatibûn desteser kirin, piştî ku polîsên Kanadî, li ser daxwaza Amerîka, rêvebira bilind ya kompanya Huawei Technologies Meng Wanzhou li bajarê Vancouver girtibû.