Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Dibêje 24 Kes di Êrîşên Dawî de li Kuba Nexweş Ketine


Wezareta Derve ya Amerîka îro Înê piştrast kir ku 24 kes bûne mexdurên êrîşên hember dîplomatên Amerîkî li Kuba û rûbirûyê hîn nexweşîyan bûne.

Wezareta Derve da zanîn ku jibo peydakirina hurgilîyên êrîşan, vekolîna bûyerê berdewam dike

“Em nikarin îhtîmala peydabûna nexweş û nexweşîyên nû nebînin jiber ku pisporên saxlemî bi berdewamî karmendên balyozxanê tedawî dikin,” berdevka wezaretê, Heather Nauert di daxuyanîyeke nivîskî de got.

XS
SM
MD
LG