Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Ne Hêzên Amerîkî, Lê Hîn Alavên Leşkerî ji Sûrîyê Hatine Vekişandin


Hêzên Amerîkî li Minbicê (Arşîv)
Hêzên Amerîkî li Minbicê (Arşîv)

Karbidestekî Pentagonê îro Înê ji AP re got ku hêzên Amerîkî hîn ji Sûrîyê venekişîne, lê hin alav û maşîneyên leşkerî ji wî welatî hatine derxistin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, dîyar kir ku derxistina alavên leşkerî destpêka vekişîna bi mebest ya ji Sûrîyê ye, ku nêzî 2,000 hêzên Amerîkî bi şervanên Kurd û Ereb re, dijî DAIŞ’ê şer dikirin.

Heman karbidestî da zanîn ku jimareke endamên leşkerîya Amerîkî ji Sûrîyê re hatine şandin ku alîkarîya peyvajoya vekişînê bikin û ewlehîya hêzên ser erdê misoger bikin.

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka, Kolonel Sean Ryan demeke zûtir ya îro ragihandibû ku peyvajoya vekişîna ji Sûrîyê destpê kiriye.

Ryan dabû zanîn ku di qonaxa vekişînê de ewê ser tevgerên yekîneyan û dema vekişînê ti agahîyan nedin.

XS
SM
MD
LG