Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîkî jibo Salvegera Qirkirina Helebce Peyameke Taybet Weşand


Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda bo bîranîna salvegera 30’an ya qirkirina Helebce peyamek weşand:

"Îro salvegera 30’an ya qirkirina hovane ya li Helebce ye ku rejîma Saddam Huseyîn, di nav 20 deqeyan de, bi çekên kîmyayî pirtir ji 5,000 sîvîlên masûm kuştin û zêdetir ji 10,000 kesên din jî bi giranî birîndar kirin.

Di vê roja bîranînê ya jibo hemî Îraqîyan de û taybetî jî bona Herêma Kurdistana Îraqê, Nûnertîya Amerîkî tev li cîhanê dibe û kesên kuştî û birîndar bi bîr tine.

Em sersaxî ji wan malbatan re dixwazin ku hezkirîyên xwe di wê êrîşê de hinda kiribûn. Dîsa, em silametî ji kesên birîndar re dixwazin ku 30 sal paş êrîşa barbarîk, hîn jî bi êş û azarên bandora dirêjdemî ya çekên kîmyayî dijîn.

Bi bîranîna vê trajedîyê, Welatên Yekbûyî yên Amerîka pêgirîya xwe ya piştgirîkirina Îraqê, ku bûye ware grubên etnîkî û olî yên curbicur, careke din dîyar dike û dubare dike ku ji gelê Îraqê re bibe alîkar ku malwêranîyên wiha careke din neqewimin û civateke demokratîk, dewlemend û pirçandî ava be."

XS
SM
MD
LG