Demokratên Civata Nûneran ya Amerîka plan dikin ku roja Pêncşemê dengdanê li ser paketeke nû bikin ku dawî li daxistina hikûmetê bîne.
Di paketa Demokratan de 5 mîlyar dolarên ku Serokê Amerîka Donald Trump bo avakirina dîwarê ser tixubê Meksîko xwestibû, cîh nagire.
Paketa Demokratan ku îro Duşemê ji Civata Nûneran re hat pêşkêş kirin, ji du beşan pêk tê. Di beşa yekê de dirava jibo Wezareta Ewlekatîya Navxweyî heye ku ew wezarat bikare heta 8’ê Şubatê karê xwe bidomîne.
Di beşa duyê de 265 mîlyar dolar diravên jibo şeş ajansên din yên girtî heye ku ew bikaribin heta 30’ê Îlonê ya dawîya sala darayî karên xwe berdewam bikin.
Jibo her yek ji wan pêşnîyaran, roja Pêncşemê li Civata Nûneran dengdan dê were kirin ku Demokrat bi 36 kursîyan piranî ne.
Ger ew pêşnîyar di Civata Nûneran de werin pejirandin, divê ji civata Senatoran we werin şandin ku di bin kontrola Komarîyan de ye.
Trump gotibû ku ewê bê dirava jibo avakirina dîwarê, ti pêşnîyaran îmza neke jiber ku sînorê Amerîka yê bi Meksîko re hewceyî parastinê ye.