Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Times: Hêzên Amerîkî li Îraqê, di Operasyoneke Azadkirina Girtîyên Kurd de Cîh Girtine


Di vê wêneya arşîvê de hêzên tabet yên Amerîkî xuya dibin

Tê ragihandin ku komandoyên Amerîkî li Îraqê, di operasyoneke azadkirina girtîyên Kurd de cîh girtine.

Heta biha hurgilîyên operasyonê nayên zanîn, lê rojnameya New York Times ji zarê karbidestên Îraqî radigihîne ku di operasyonê de helîkopterên Amerîkî, hêzên taybet yên Kurd û Amerîkî jî cîh girtine.

Rojnamê ragihand ku herwiha firoken Amerîkî jî bi êrîşên esmanî piştgirî dane wê operasyonê.

Şervanên Kurd, bi piştevanîya êrîşên esmanî yln koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li hin deverên bakurê Îraqê serkeftinên girîng li hember DAIŞê dest xistine

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Joseph Dunford jî vê heftê çûbû herêmê ku şerê dijî DAIŞê li erdê bibîne û agahîyan wergire.

XS
SM
MD
LG