Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Pêncşemê 2 karsazên Lubnanî û parlamanterekî nêzî Hizbullahê, bi sedema bertîl û perexwarina berfireh xistin lîsta toleyan.
Wezareta ragihand ku ew kes bi wan kiryarên xwe bûne sedema lawazkirina serwerîya qanûnê ya li Lubnanê.
Karsaz Cîhad el-Ereb, ku nêzî Serokwezîrê Lubnanî Saad Harirî û Dany Khoury yê nêzî sîyasetvanê Krîstîyan Gebran Bassil jiber rola wan ya dizî û bertîlê ya di kontraktên dewletê de hatin ceza kirin.
Parlamanter Cemîl Sayîd jî jiber hewildana derxistina 120 mîlyon dolaran ji dervayê Lubnanê ya bi armanca kete nava lîsteya toleyan.