Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştî Peqîna Wêrankar Soza 17 Mîlyon Alîkarî Dide Lubnanê


Hikûmeta Amerîkî îro Înê ragihand ku ewê jibo peqîna hêzdar ya Beyrutê, 17 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bide Lubnanê.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Beyrutê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand di nav alîkarîya mirovahîyê de xwarin, pêdivîyên bijişkî û alîkarîya diravî ya jibo Heyva Sor a Lubnanî jî hebin.

Daxuyanîyê da zanîn ku ew beşa pêşîn ya alîkarîya Amerîka ye û di demeke nêzîk de hîn alîkarî û piştgirîyên din jî wê hebin.

XS
SM
MD
LG