Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Hezar Koçberên ji Amerîkaya Navendî Giheştin Ser Sînorê Amerîka


Nêzî 6,000 koçberên ji Amerîkaya Navendîku di nav wan de zarok jî hene, giheştin bajarê Tijuana ya Meksîko ku derbazî alîyê Amerîka bibin.

Karwana koçberan jibo serîlêdana penaxwazîyê giheştin derbazgeha sînorî ya Chaparral ku li hêla beramber bajarê an Diego ya Amerîka cîh digire, di vê demê de ku karbidestên Amerîkî jî tedbîrên ewlekarî li heremê xurt kirine.

“Em tarûmar bûne. Şeva borî di ser me de baran barî û e gîş şil bûn. Cîh nemaye, em hemî nexweş ketine. Zarokên min serma girtine û kesekî alîkarîya me nekiriye,” koberekî Hondurasî yê bi navê David ji Reutersê re got.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê gotibû ku wî destur daye leşkerîya Amerîkî ku ger pêdivî be, li ser tixubê Meksîko çeken kujer bi kar bîne.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis jî roja Çarşemê gotibû ku destur ji wî re hat dayîn ku hêzên ser tuxubê Meksîko, bo parastina zerevanên sînor bikarin çeken xwe bi kar bînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pirtir ji 7,000 leşkerên Amerîkî bo pêşîgirtina karwana koçberên Amerkîyên Navendî çûbûn herêmê ku parastina sînorên Amerîkî bikin.

XS
SM
MD
LG