Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Amerîkî Ser tixubê Sûrîyê û Tirkîyê Gerên Nobedarîyê Pêk Anîn

Hêzên Amerîkî li ser sînorê Tirkîyê (Arşîv)
Hêzên Amerîkî li ser sînorê Tirkîyê (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Pêncşemê ji zarê jêderekî HSD’ê û dîdevanekî radigihîne ku hêzên Amerîkî li ser tixubê Sûrîyê û Tirkîyê gerên nobedarîyê pêk anîn.

Karbidestê HSD’ê got ku ew nobedarî wê ne tenê jibo carekê bin.

Dîdevan jî da zanîn kî alayên Amerîkî li ser maşîneyên zirxîn bilindkirî bû.

Hêjayî balkşandinê ye ku Serokê Amerîka ferman dabû ku hêzên Amerîkî ji ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê vekişin û di 9’ê Cotmehê de Tirkîyê dest bi êrîşa ser herêmên Kurdan kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG