Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Agahîyên Ser Rêvebirên PKK'ê Xelata Diravî Pêşkêş Dike


Wezareta Derve ya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku ew heta 12 mîlyon dolar xelat pêşkêşî wan kesan dike ku agahîyan ser nasname û şûna 3 rêvebirên bilind yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan bidin.

Daxuyanî, piştî serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Matthew Palmer ya Tirkîyê, ji alîyê Balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê hate weşandin.

Wezareta Derve destûr da ku heta 5 mîlyon dolarên Amerîkî xelat jibo agahîyên derheqa Karayilan, 4 mîlyon dolar bo Bayik û 3 mîlyon dolar bona Kalkan werin pêşkêş kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka di sala 1997'an de, di bin çarçoveya beşa 219 ya Qanûna Immigration and Nationality Act de, PKK xistibû nav lîsta rêxistinên terorîst.

Hikûmeta Amerîkî di sala 2001'an de li gor Biryara Fermander ya 13224, PKK wek Rêxistina Terorîst ya Cîhanî bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG