Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Radigihîne ku 31 Mîlyon Dolar Alîkarî Dişîne Sûrîyê


Kurdên ku jiber êrîşa Sûrîyê derbider bûne ji bajarê Serêkanîyê direvin (Arşîv)
Kurdên ku jiber êrîşa Sûrîyê derbider bûne ji bajarê Serêkanîyê direvin (Arşîv)

Balyozxaneya Amerîka li Sûrîyê îro Înê ser rûpela fermî ya Facebook'ê ragihand ku Amerîka dê bi nirxê 31 mîlyon dolar alîkarîya Sûrîyê bike.

Li gor daxuyanîya balyozxanê, ew alîkarî wê di warê alîkarîyên mirovahî jibo koronayê bin, herwisa derman û alîkarîyên saxlemîyê bin.

Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re got ku di hevdîtinan de wezareta derve ya Amerîkî soza alîkarîya herêma Bakurê Sûrîyê dabû.

Berpirsê ofîsa karûbarên mirovahî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Ebid Qadir Miwehed got ku heta vê demê alîkarîyên jibo tedbîrên dijî vîrusa koronayê negihştine destê wan.

“Heya niha ti alîkarî negihiştîye me, lê me soza Serokê Amerîka Trump ya jibo bakurê sûrîyê bihîstîye. Di hevdîtên me yên bi wezareta derve re hat piştrast kirin ku para Bakurê Sûrîyê hebe.”

Li gor berpirsên Rêvebirîya Xweser ku koalîsyona navnetweyî û Amerîka bi taybetî alîkarîyên di warên binesazî û pêşvebirinê de pêşkêş dikin û jibo projeyên saxlemîyê soz têne dayîn.

ZO_05_22_2020_Alîkarîya Amerîkî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00

XS
SM
MD
LG