Du karbidestên Amerîkî îro Çarşemê ji Reutersê re ragihand ku jimareke biçûk ya leşkerên Amerîkî di encama danûstandina fîzîkî ya bi hêzên Rûsî re, li bakurê rojhilata Sûrîyê birîndar bûn.
Yek ji karbidestan, ku nexwest navê wî eşkere be, ji ajansê re got ku birîndarbûn di encama lêdana maşîneyan çêbû, ne jiber pêguherîna guleyan.
Karbidestê din jî ragihand ku bûyer demeke zûtir ya vê heftê qewimî û bîrînên ku çûbûne sivik in.
Pentagonê û Fermandarîya Navendî (CENTCOM) red kir ku ser daxuyanîyên bûyerê ti agahî bidin Reutersê.