Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Tevgera Rûsya ya Nêzî Ukrayna ji Nêzîk ve Dişopîne


Dîmeneke ji rêhanana leşker ya nêzî sînorê Qirimê ku Rûsyayê dagir kiriye (Arşîv)
Dîmeneke ji rêhanana leşker ya nêzî sînorê Qirimê ku Rûsyayê dagir kiriye (Arşîv)

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Karên Ewrupa û Avrasya ya Amerîka Karen Donfried îro Înîyê ser helwesta ya Amerîka ya di derbarê alozîya ser Rûsya û Ukraynayê, bi agahdarî da rojnamevanan.

Karen Donfried ragihand ku bo bersîva tevgera leşkerên Rûsyayê yên 'mezin û neasayî' yên li nêzî sînorê Ukraynayê, hemî îtîmal li ser maseyê ne.

"Niha bo biryara gavên pêşeroj yên ku NATO dixwaze biavêje, girêdayê wê ye, " Donfried got.

Donfried, berîya wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken, bo beşdarbûna civînên NATO û Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE), hefteya were serdana Letonya û Swêdê bike, axifî.

Wê dîyar kir ku avakirina hêzên "mezin û neasayî" yên Moskowê ewê mijara sereke ya rojeva serdana Blinken be.

"Hefteya were, emê ser nirxandina xwe ya tiştên ku ser sînorê Rûsyayê bi Ukraynayê re rû didin, biaxifin û emê îhtîmalên li ser masê çi ne û NATO wekî hevalbendek dixwaze bi hev re çi bike, nîqaş bikin," Donfried got.

Karbidestên Amerîka, NATO û Ukraynayê di hefteyên dawî de jibo tevgerên leşkerên Rûsî yên ne asayî yên nêzî Ukraynayê, hişyarîyan didin.

Ew dibêjin ku dibe ku Moskow xwe amade dike ku êrîşekê dijî cîranê xwe Ukrayna bike.

Lê, Rûsya wan îdaya red dike.

Serokê îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê dawiya vê hefteyê ji rojnameya Military Times re gotib û ku zêdeyî 92.000 leşkerên Rûsyayê li derdora sînorên Ukraynayê kom bûne û xwe bo êrîşekê di dawîya Rêbandanê de yan jî di destpêka Sibatê de, amade dikin.

Moskow van îdayana wek provaksayon bi nav kir û got ku ew tu kesî tehdît nake û mafê xwe yê bicîhkirina leşkerên xwe li gor daxwaza xwe parast.

Hevdem, Donfried li ser pirsa rojnamevanan ragihand ku di derbarê hevdîtineke di navbera Blinken û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de, bo niha ev ne dîyar e.

Lê, wê got ku 'li bende bin bin.'

Donfried her wiha destnîşan kir ku Blinken wê di civîna OSCE ya li Stockholmê de, dagirkeriya Rûsyayê ya ser axa Ukrayna û Gurcistanê, alozîya li Qerebaxê û krîza li Belarûsê jî bîne ziman.



XS
SM
MD
LG