Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Dayîna Vîzayên Ne-Koçberî ji Rûsya Radiwestîne


Balyozxaneya Amerîkî ya li Moskowê, Tebax 21, 2017

Balyozxaneya Amerîkî ya li Moskowê ragihand ku Amerîka dê ji 1’ê Îlonê pê ve, dayîna vîzayên ne-koçberî ji Rûsya rawistîne.

Balyozxaneya Amerîkî dibêje ku biryara hikûmeta Rûsî ya sînorkirina karmendên wê, wan neçar kiriye ku vê biryarê bistînin.

Daxuyanî dîyar kir ku hemî randevuyên vîzeyên ne-koçberî hatine betal kirin û ne zelal e ku dayîna vîzayan dê careke din kengî destpê bike.

Daxuyanî herwiha da zanîn ku xebatên din yên balyozxanê bi asayî berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG