Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibe ku di Dema Nêz de Dest bi Dayîna Vîza li Rûsya Bike


Balyozxana Amerîkî li Moskowê
Balyozxana Amerîkî li Moskowê

Ajansa Tass ya Rûsî ji zarê balyozê Amerîkî li Moskowê, Jon Huntsman ragihand ku hevdîtinên vîzaya Amerîkî, di demeke nêzîk de dikarin li sê bajarên Rûsî destpê bikin.

Huntsman got ku xizmetên dayîna vîza dikarin li konsuxaneyên li St. Petersburg, Yekaterinburg li herêma Ural û li Vladivostok ya hîla rojhilata dûr li Rûsya destpê bikin.

"Em hewil didin ku hemî tiştên pêkan bikin û ez bi hevî me emê di nav hefteyên were de bikaribin dest bi dayîna vîzayan bidin,” Huntsman got.

Hemî konsulxaneyên Amerîkî li Rûsya û balyozxana li Moskowê, di 1ê Îlonê de vîzayên nekoçberî yên bê hevdîtinê destpê kiribûn ku zarokên ji 13 salî biçûktir û kesên ji 80 salî mezintir di nav kesan de cîh digirin.

Amerîka di meha Tebaxê de biryar dabû ki xizmetên vîza kêmtir bike, piştî ku Moskowê berman dabû ku divê Amerîka hejmara karmendên xwe ji 1200 bîne 755 kesan.

Rûsya gotibû ku ew wek bersîvdana biryara Barack Obama ya dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsî û daxistina du navendên Rûsî li Amerîka, biryara kêmkirina karmendên Amerîkî li Rûsya daye.

XS
SM
MD
LG