Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Girêdayî Êrîşên Înternetî yên Rûsan Toleyên Nû Radigihîne


Wezareta Xezîne ya Amerîkî
Wezareta Xezîne ya Amerîkî

Rêvebirîya Amerîka îro Sêşemê toleyên nû li hember 2 hemwelatîyên Rûsî û herwiha kompanîyeke Rûsî û yeke Slovakî ragihand.

“Toleyên nû bi sedema ku wan kes û kompanî alîkarî dane şîrketeke din ya Rûsî ku cezayên Amerîkî yên dijî Rûsya pûç bike, hate ragihandin,” Wezareta Xezîne ya Amerîkî bi daxuyanîyeke nivîskî got.

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku kompanîya Vela-Marine Ltd ya bingeh Saint Petersburg û şîrketa Lacno S.R.O. ya Slovakya û du kesên ku alîkarî dane kompanîya Divetechnoservices ku toleyên berê hatibû danan pûç bike.

Şîrketa Divetechnoservices di lîsteya toleyên Amerîkî de ye jiber ku wê alavên jêravê û avjenî bo de îstixbarata Rûsî FSB û sazîyên din yên hikûmeta Rûsî peyda dike.

Rêvebirîya Obama di dawîya 2016’an de FSB xistibû nav lîsta toleyên, bi sedema êrîşkarîya dijî karbidestên Amerîkî û êrîşên înternetî yên dijî hilbijaryinên seroktî yên sala 2016’an.

Daxuyanîya wezaretê herwiha da zanîn ku Marina Igorevna Tsareva û Anton Aleksandrovich Nagibin alîkarîya Divetechnoservices kirin ku nebin armanca toleyên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG