Qonaxa Duyê ya cezayên Amerîka dijî Îranê li 5 vê mehê keftine karî ko kerta petrola Îranê dike armanc.
Karbidestên Amerîka dibêjîn, merema cezayan lawazkirina desthilata Îranê ye da careke din vegere ser maseya danûstandinan li ser bernameya navokî û programa wê ya mûşekên balistik piştî serokê Amerîka Donald Trump welatê xwe ji rêkeftîna navokî ya sala 2015 vekişî.
Herwusa Amerîka dixwaze bandor û siyaseta Îranê li Rojhelata Navin û destêwerdana Îranê di Îraq û Sûrîye û Lubnan û Yemenê da kêm bike.
Karbidestên Îranê dibêjîn ku cezayên Amrîka bandoreke mezin li ser Îranê nake.
Aya tengahîya Amerîka û Îranê wê bi rêkeftineka nû bi dawî were? Erê Îran wî bikare dest ji siyaseta xwe li Rojhelata Navin berde?
Bernamê hest û Helwest bi beşdarîya rojnamevan Azad Kurdî û Dr. Ebdulhakim Xesro mamostayê zaningeha Salahedin ev mijare zêdetir şîrove kirin.