Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Amerîkî ku ligel Kurdan Şer Kirine ji Biryara Trump Xemgîn In


Leşkerên Amerîkî ku di milê Kurdan de şer kirine, jiber biryara Serokê Amerîka bo vekîşandîna hezen Amerîkî ji Sûrîye pir hestîyar û xemgîn în. Yek ji wan leşkeren Amerîkî Greg Walker e.

Di havîna 2004 de, leşkerê amerîkî Greg Walker bi parezvanê xwe yê Kurd bi navê Azaz re çûye deriyê xalekê li derdorê Herema Kesk a Bexdayê. Dema ku wî ji SUV-ê xwe peya bûye, sê parezvanên Iraqê ew bi zora çekan zivirî.

Gava ku vegeriya li veseyatê xwe, wî dengê çeken AK-47 bihistîye. Wî ditîye ku Azaz li gel Iraqîyan sekînîye û ji wan re dibeje "Yan berdin em derbas bin, yan ji ez ê we bikujim”. Di wê dêmê Walter ji xwe re ver gotîye “Ez heval u hevalbendîyekî wîsa dixwazim”.

Leşkereke 66 salî, ku niha xanenşînî bûye û Arteşa Taybet ya Ameriki de kar kiriye dibeje ev gelekî hers bûye dema bihistîye ku Donuld Trump 1000 leşkerên Amerîkî ji Sûrîye vedikîşîne ku rê dide Tirkiye derbasî herema bin kontrolê Kurdan bibe.

Hêrsa Walker, wekî leşkerên din, di hevpeyvîna ajansa nûçeyan Reutersê li gel leşkerên Amerîkî de eşkere ye.

Mark Giaconia, ku 20 salan di Artêşa Amerîkî de xebitî, ku 15 salan di Hêzên Taybet ên Amerîkî de ye, li Iraqê de bi hezen Kurdan re xebîtîye. Ji bo hevpeyvînek taybet, ew li mala xwe ya eyelata Virginia yê de derdikeve peş kamerayan di 19e Octoberê ya 2019ane de.

Giaconia, ku niha li Virginia dijî, piştî ku 20 salan di karûbarê xwe ji artêşa Amerîkî de jibo Kurdan dibeje: "Min xwe emanate wan kir, min bi van zilaman re şer kir û temaşe kir ku ew xwe ji bo me kuştin”

Biryara rêveberîya Trump hestên kûr derxistîye ji bo Giaconia ku dibeje "Ev wekî binpêkirina baweriyê ye". Li ser wê hevpeyvenî Qesra Spî şîrove nekir.

Dîroka “Ixanetê”

Hînek ji wan leşkeran ku bi ajansa Reuters axîfîne dibejin, dîroka Amerîkî de bi tene hiştina Kurdan ne tişteke nû ye. Di salên 1970ande, hûkûmeta Serok Richard Nixon bi veşartî alikarîya perêye şand bo Kurden Iraqê bo şerê wan ya xweserîye de. Le dema Iraq û Iran di rekeftîneke aşîtî de lihevhatîn, Amerîka di sala 1975an de alikarîya xwe vekîşandîye.

Herwiha, di Şera Kendavê ya 1991an de, Kurdên Iraqê li diji Serokê Iraqî Saddam Hûseyîn raperîn despêkirin, le ew raperîn bi wekeşendîna hezen Amerîkî ji Iraqî bi tundî hat binpekirin. Leşkereke Amerîkî ku nedixwest navê xwe eşkere bike ji ber ku ew niha di nav leşkerîye de kar dike.

“We demê ji, behsa ixanetê li diji Kurdan ya sala 1991an dihat gotin. Ew fikra ixanetkirina Kurdan her tim li pêş bû. Beşik, her dem gumana Kurdan hebû li ser pişgirîya me ya Kurdan bo dûr û direj”.

Kardos Dargala ye 38 salî, Kurdê Iraqê ye. Tekîlîya wî bi leşkeren Amerîkî di sala 2004an de despêkirîye dema ku Amerîka li Iraqê de şer despêkir.

“Hêsta ixanetê edî bûye tîştekê pir nasîn”. Dargala heta di sala 2008anê bo di nav leşkerî Amerîkî de kar kiriye û çend cara di şer de birindar bûye. Ew her wisa tevli operasyonên leşkerî li Afganistanê de bû ye.

Dargala hemwelatîyê Amerîkî ye û matmayî bi biryara vekişandîna hezen Amerîkî ji Sûrîye ve. Ew dibejê biryara Trump li diji nirxên Amerîkaye û peyameke çewt dişîne bo algiren Amerîkaye: “Rîya ku serok ser de diçe, rîyeke pir xeterîye ye”.

XS
SM
MD
LG