Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanên Hêzên Amerîkî ji Sûrîyê Derbazî Îraqê Bûn


Li gor ragihandina Ajansa Reutersê, hezên Amerîka yên ji Sûrîyê vedikişyan îro roja Yekşemê ji ser herema Sahela derbazê Duhokê bûn.

Dîmenên Reutersê nîşan dide ku wesayetên zirxî leşkerên Amerîkî yên ku ji Sûrîyê vedikşin, derbazê axa Iraqê dikin. Zêdetirî 100 wesayetan derbaz bûy e.

Çavkanîyek ewlekarîyê yê Kurdê Iraqê Reuters ragihandîye ku hezên Amerîkî derbazê heremên xweser yên di bin kontrola Herema Kurdistanê ya Iraqê bûne.

Nezîka 30 wesayetên bi alavên giran yê leşkerî û otomobîlên ku leşker tê de bûne, derbaz bûne. Çavkanîyêk duyemîn yê li Mûsilê jî piştrast kirîye ku hezên Amerîkî ji Sahela derbazê axa Iraqê bûne.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Mark Esper roja Şemîyê dîyar kir ku nezîka 1000 leşkerên ku ji bakurê Sûrîyê vedikişin, ewê li rojavayê Iraqê werin bicîh kirin da ku şerê dijî DAIŞê bidomînin û "alîkarîya parastina Iraqê bikin."

Roja Pêncşemê, Tirkîye li ser danûstandinan bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence re bo navbeynek pênc-rojan ya erîşên xwe yên dijî bakurê rojhilata Sûrîye dîyar kir da ku şervanên Kurd ji "herêmeke ewle" ya ku Ankara dixwaze li nezîkê sinorê xwe yê bi Sûrîyê re ava bike, vekişin

Herwûha armanca agirbestê rehet kirina (asan krina) krîzê ; biryara lezgînî ya Serok Donald Trump ya meha borî yak u vekîşandina 1000 leşkerên Amerîkî ji bakurê Sûrîyê ye jî.

Ev biryar li Washingtonê û li cîhanê wekî îxanetkirina li hevalbendên dilsoz, Kurdan tê dîtin ku bi salan e bi Amerîkî re dîjî DAIŞê şer dikin.

XS
SM
MD
LG