Ajansa nûçeyan ya Reuters îro ragihand ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de jiber firotina dronên çekdar bo Etopyayê pirsgirêk hene.
Reutersê ev agahî ji zarê du jêderan ragihand.
Karbidestekî payebilind yê rojavayî got ku jiber firotina wan dironan, "fikarên mirovahî yên kûr" yên Washingtonê hene û dibe ku ev binpekirina qedexeyên Amerîkî yên ser firotina çekan bo Etopya be.
Yek ji berdevikên wezareta derve got ku nûnerê Amerîka yê Afrîkayê Jeffrey Feltman, di serdana xwe ya Tirkîyê ya hefteya borî de, "raporên bikaranîna dronên çekdar yên Etopya û xeterîya zarara ser sivîlan" anîye rojevê.
Karbidestekî payebilind yê Tirk got ku Washington di çend civînan de nerazîbûna xwe anîye ziman.
"Amerîka ser firotina dronên Tirkîyê, nerehetîya xwe ragihand, lê Tirkîyê dê polîtîkayên ku di vî warî de destnîşan kiriye, bişopîne," heman kes got.
Heman jêderan dan zanîn ku gelek delîl hene ku hikûmeta Etopya ev dronên Tirk dijî şervanên serhildêr bi kar anîne.
Lê, artêş û hikûmeta Etopyayê heya niha bersîv nedaye daxwazên berfireh yên şîrovekirina mijarê.
Karbidestekî leşkerî yê biyanî ku li Etopyayê ye got ku dîmenên satelîtê û delîlên din "nîşanên zelal" didin ku dron têne bikar anîn.
Heman kes got ku bi texmîna wan heta 20 dron têne xebitandin, lê wî zelal nekir ku çend ji wan dronan yên Tirkîyê ne.
Li ser pirsa gelo welatên biyanî karmendên karanîna dronan jî peyda kirine yan na, karbidest wiha got: "Ez dizanim ku karmendên Tirk di demekê de, li vir bûn."
Tirkîyê ya ku dronên çekdar difroşe gelek welatên Ewrupa, Afrîka û Asyayê, rexneyên ku li Afrîkayê roleke bêaramîyê dilîze red dike.
Karbidestekî pilebilind yê Tirk, ji wezareta berevanîyê jî got ku ti nêta Enqerêyê nîne ku destêwerdana karûbarên navxweyî yên ti welatekî bike.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî hefteya borî ragihandibû ku têkilîya bi Afrîkayê re li ser bingeha berjewendîya hevpar e.
Hevdem, Tirkîyê dibêje ku ew bi hemî alîyên li Etopya re di têkilîyê de ne da ku wan bo danûstandinan teşwîq bike.
Berdevikê wezareta derve got ku Feltman destnîşan kiriye ku li Etopya, "niha dem e ku hemî aktorên derve bo danûstandinan givaştinan bikin û şer bi dawî bikin."
Wezareta Derve ya Amerîka di Gulanê de derfirotina hilberên berevanîyê, bo hêzên çekdar yên Etopyayê, rawestand.
Her wiha, Qesra Sipî di Îlonê de, destûr da toleyan li ser wan kesên ku heya ku nerasterast tevlî polîtîkayên ku aramîyê tehdît dikin, krîzê berfireh dikin yan alîkarîya mirovahî li wir asteng dikin.
Heya niha, dijî Tirkîyê ti nîşanek bi wî rengî tuneye.
Wezareta Xazîneyê ya Amerîkayê, red kir ku agahî bide, ka gelo dibe ku dijî Tirkîyê tole were ragihandin yan na.
Karbidestên Tirkîyê û Etopya, heya niha firotina dronan bi rengekî fermî ya eşkere piştrast nekirine.
Wezareta Derve ya Tirkîyê bersîv nedaye daxwaza bo hûrgulîyên zêdetir.
Lê, Reutersê cara yekê di Cotmehê de ev yek ragihandibû.
Berdevikê wezareta derve ya Tirkîyê di Cotmehê de, gotibû ku Etopya, azad e ku dronan ji her cîhê, peyda bike.
Li gor pêzanînên Meclîsa Derfiroşkeran (Exporters' Assembly), derfirotina berhemên berevanîya Tirkîyê yabo Etopya, di 11 mehên ewil yên 2021’an de, nêzî 95 mîlyon dolarî zêde bûye.
Şerê li Etopya, li herêma Tîgrayê di navbera hikûmeta Etopya û Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF) de, di Mijdara 2020’an de destpê kir; heya niha bûye sedema kuştina bi hezaran kesên sivîl û bi mîlyonan kes jî koçber bûne.
Hefteya borî Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar dabû ku di derbarê binpêkirinên mafên mirovan yên li Etopya, lêpirsîneke serbixwe bike, gaveke ku hikûmeta li paytext Addis Ababa bi tundî dij disekine.
Peywendîyên Washington û Enqere jiber gelek mijaran, ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî û piştgirîya Amerîka bo şervanên Kurd yên li bakurê Sûrîyê aloz in.