Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Naveroka Lihevkirina Amerîka û Tirkîyê ya Derbarê Bakurê Sûrîyê Çi Ye?


Hêzên Amerîkî li ser tixubê Sûrîyê û Tirkîyê
Hêzên Amerîkî li ser tixubê Sûrîyê û Tirkîyê

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Sêşemê ragihand ku wan dest bi cîhanîna qonaxa yekê ya lihevahtina Amerîka û Tirkîyê ya derbarê ewlekarîya sînor û rewşa Rojhilata Firatê kiriye.

Gelo naveroka vê lihevkirinê çi ye? Berpirsê ragihandina HSD’ê Mustefa Balî dîyar dike ku ew mekanîzmayeke bo pêkanîna ewlakarîyê li ser sînorê bakurê Sûrîyê û Tirkîyê ye.

Tê ragihandin ku yek ji girîngtirîn xalên lihevkirinê, ew e ku hêzên YPGê û YPJê li ser dirêjahîya 100 km û kûrahîya 14 km ji sînor vekişin û hêzên xwecîhî şûna wna bigirin.

Endamê fermandarîya giştî yê HSD’ê Hesen Qamişlo ji ajansa ANHA re gotibû ku ev mekanîzmaya ewlekarî li Serêkanîyê û Girêsipî bi cîh hat.

Xaleke din ya girîng lihevkirinê jî ew e ku bi razîkirina HSD’ê, dewrîyên hevbeş yên Amerîkî û Tirkî destpê bikin û panzêrên Tirkan wê her car vegerin hindurê axa Tirkîyê.

Balî ji Dengê Amerîka re got ku wê xalên çavdêrîyê yên Tirkî li hindurê axa Sûrîyê nebin.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi êrênî vê mekanîzmaya ewlekarîyê dinirxînin.

Lê, ew gumanên xwe yên hember Tirkîyê eşkere dikin ku tim bahaneyan çêdike ku gefan li herêma wan bikeû destketinên wan ji holê rake.

Dîsa, ew hebûna Tirkîyê li Efrînê wek dagirkerî bi nav dikin û doza rizgarkirina wê herêmê dikin.

Li alîyekî din, kolanên Kurdî jî garantîya Amerîka bo vê mekanîzmaya ewlekarîyê dilgeş in û ji Washingtonê dixwazin ku hevalên xwe yên di şerê dijî terorê de tenê nehêle.

ZO_8_28_019_Ewlekarîya _Sînor
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG