Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Giheştina S-400'an Qonaxa Nû ya Têkiliyên Navbera Amerîka û Tirkiyê


Perçeyên S-400 li Enqerê

Roja 12î Tîrmehê karwanê yekê yê alavên sîstema berevanî ya S–400 giha Tirkiyê, ev yek bicî hat piştî Amerîka gelek caran Tirkiye hişyar kirbû ku divê ew sîstema Tirkî neyê kirin û nekeve nava sîstema NATO, ji ber ku dê hevdij be li gel bernama F-35 ya firokeyên cengê yên Amerîka ku Tirkiye beşdarî projeya F-35 e.

Lê dawiya dawî Trikiyê bi ya xwe kir û sîstema S-400 ji Rûsya kirî, û roja Înê Wezareta berevaniya Tirk got, bernama wan ya wergirtina sîstema S-400 li gurî wê plana hatî danîn dimeşe.

Washington dibêje, ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in, ku hin hevkar û hevalbendên wê sîstema S-400 bikirin.

Piştî gehiştina alavên S-400 bo Washingtonê dîyar kiribû ku Tirkîyê, jiber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsya, nema dikare di programa firokên şerker yên F-35 de bimîne.

Serokê Amerîka Donald Trump Pêncşemê ragihandbû ku rêveberîya wî hîn biryara dawî nedaye ku sizayên nû li ser Tirkîyê dane.

Tirkiye bi zanabûn dixwaze ji hevlabendiya Amerîka û NATO dûr keve da ku projeyên û armancên xwe di rewşeke aloz de li Rojhilata Navîn bikar bîne? Tirkiye dê bikare ji ber rewşa aloz ya navxweya aborî û kirîna çekan balansekê ava bike û gelê Tirkiyê razî bike?

Amerîka û Ewrupa dawiya herî dawî dê bikarin Erdogan razî bikin ku çekan ji welatên neyarên Amerîka nekirin?

Ev pirs û ev mijar di bernama "Hello Washington" bû, mijar bi mêhvanan re hat gotûbêj kirin.

Mêvanên bernamê Dr. Abdullah Kiran, şirovekarê siyasî û mamostayê Zanîngehê ji Stenbolê û Ahmed Dere, şirovekarê siyasî û nivîskar ji Strasburg.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:18 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG