Balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku şandeyên Amerîkî û Tirkî, ku li Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ser gotûbêjkirina planên kordînekirina avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûrîyê civîbûn, kombûna xwe bi dawî anîn.
Her du alî bi wan xalên jêrîn hevbîr bûn:
a) bi lêzûbezî cîhanîna pêngavên pêşîn yên bo bersîvdana fikarên Tirkîyê yên ser ewlekarîya wê;
b) demûdest avakirina navendên operasyonê li nav Tirkîyê ku rêvebirin û kordînekirina damêzrandina herêma ewle ya hevbeş;
c) da ku herêma ewle bibe korîdoreke aştîyane û divê hemî hewil werin dayîn ku Sûrîyên derbider bikaribin vegerin welatên xwe.